Nûnerê taybet ê Trump yê li Iraqê, di civînekê di gel Wezareta Xezîneyê ya DYE û Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî (OFAC) de li ser çavdêriyek berfireh a danûstandinên darayî yên gumanbar nîqaşkirin.
Nûnerê Emerîka yê Karûbarên Iraqê Mark Savaya, têkildarî lidarxistina rêze civînên li gel çend saziyên welatê xwe bi taybet li ser Iraqê, peyamek weşand.
Mark Savaya, diyar kir ku civînek girîng bi Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî (OFAC) re lidar xist.
Savaya got: “Pabendbûneke tam ji bo xurtkirina rêveberiya darayî, pabendbûna bi pergalên gerdûnî û berpirsiyariya sazûmanî heye. Di civînê de li ser zehmetî û derfetên reformkirina sîstema bankayî ya Iraqê, hem di sektora giştî û hem jî ya taybet de, nîqaş hatin kirin. Me li hev kir ku em lêkolînek berfireh û kûr li ser hemû tomar û danûstandinên darayî yên gumanbar ên ku sazî, şîrket û kesên Iraqî tê de ne, bikin.”
Nûnerê Trump, destnîşan kir ku dozên qaçaxçîtiyê, şûştina pereyan û projeyên darayî yên sextekar ku wekî çavkanî ji bo fînansekirin û aktîfkirina çalakiyên terorîstî têne bikar anîn, jî hatin nirxandin.
Hêjayî gotinêye ku Nûnerê Emerîka yê Karûbarên Iraqê Mark Savaya, biryare di vê mehê de bigihije Iraqê û wek Nûnerê Trump li Iraqê dest bi kar bike.